Ji ber şewata li Hemdaniyê 14 kes hatin binçavkirin

Iraq ji bo şewata li bajarokê Hemdanî di nava şînê de ye.
Wezîrê Karên Hindir yê Iraqê Şemerî ragihand ji ber bûyerê 14 kes hatine binçavkirin.
10 ji van karkerên salonê ne û xwediyê salonê jî hatiye binçavkirin.
Serokwezîrê Iraqê Sûdanî jî serdana birîndarên bûyerê kir.

Şeva 26’ê Îlonê li navçeya Hemdaniye ya ser bi parêzgeha Musilê li salonek dawetê de şewat derket.

Di encama şewatê de 115 kesan jiyana xwe ji dest dan û zêdetirî 200 kes jî birîndar bûn.

Wezîrê Karên Hindir yê Iraqê Ebdul Emîr Şemerî di daxuyaniyek bo çapemeniyê de ragihand, li ser fermana serokwezîr komîsyonek ya lêkolînê hatiye avakirin.

Wê ev komîsyon sedemên bûyerê lêkolîn bike û kesên bûne sedema karesatê werin girtin.

Şemerî diyarkir ku heta niha ji ber bûyerê 14 tometbar hatine binçavkirin, ji vana 10 karkerên salonê ne û xwediyê salonê jî di nav kesên hatî binçavkirin de ye.

Serokwezîrê Iraqê Sûdanî serdana birîndarên şewatê kir

Di vê navberê de, Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şîa Sûdanî serdana birîndarên şewatê kir.

Sûdanî ji bo rewşa birîndaran ji nêz ve bişopîne berê xwe da nexweşxaneya Komarî ya bajarokê Hemdaniyê.

Di dema serdanê de, Wezîrê Karê Hindir, Tenduristî, Çand û koçberiyê jî hebûn.

Sûdanî agahiyên dawî li ser rewşa birîndaran wergirt û ji nêz ve ew şopandin.

Di civîan li gel wezîran pêk hat de, Sûdanî îşaret bi lêkolîna derbarê bûyerê de kir.

Wezîrê Karê Hindurîn Şemerî eşkere kir wê dinava 72 saetan de encama lêkolînê ji raya giştî re were eşkerekirin.

Back to top button