Gerîla bi çalakiyan seyîd evran bi bîr anî: 3 Dagirker hatin kuştin

Gerîlayên Azadiyê vê carê ji bo bîranîna Seyîd Evran çalakî lidarxistin û li dagirkeran dan.
Di çalakiyan de HPG’ê ragihand ku 3 leşkerên dagirker hatin kuştin.
Her wiha HPG’ê cezakirina sixûrekî ji aliyê hêzên wan ve jî eşkere kir.

Gerîlayên HPG û YJA Starê kedkarê çapemeniya azad Seyîd Evran bi çalakiyan bi bîr anî.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser mijarê daxuyaniyek da.

Di destpêka daxuyaniya xwe de HPG’ê Ş. Seyîd Evran bi bîr anî û wiha got:

“Hevrêyê me Seyîd Evran cewherê berxwedêr ê çiyayên Kurdistanê li ruhê xwe neqişand, li dijî êrişên şerê taybet û modernîteya kapîtalîst, xelkê me li eniya îdeolojîk bi rengekî şareza parast.

Dengê jiyana azad ku hevrê Seyîd Evran 33 salan di oxira wê de bêrawestan têkoşiya, wê li çiyayên Kurdistanê her tim geş bibe û bi serketinê bê tacîdarkirin.

Li ser vê yekê HPG’ê ragihand ku ji bo bîranîna Seyîd Evran gelek çalakî lidarxistin û ev agahî dan:

Li herêma Zap, Metîna û Xakûrkê bi taktikên cuda li dagirkeran hate xistin.

Di çalakiyên ji bo bîranîna hevrê Seyîd de 3 dagirker hatin cezakirin.

Droneyeke bombebarkirî û jeneratorek hate îmhakirin, derb li kepçeyek, qemyonek û wesayiteke zirxî hate xistin.

Hêzên me her wiha 2 caran dest li helîkopteran werdan, 22 caran jî li dagirkeran xistin.

Qadên gerîla 12 caran bi balafirên şer hatin bombekirin

Têkildarî êrişên qirker ên dewleta Tirk a dagirker jî HPG’ê got:

26 û 27’îlonê qadên gerîla 12 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.

HPG: Sîxûrê bi navê Nazmî Sûmer hate cezakirin

Di dewama daxuyaniya xwe de HPG’ê cezakirina sixûrekî ji aliyê hêzên wan ve jî eşkere kir.

HPG’ê anî ziman li gel êrişên qirkirinê, dewleta Tirk her wiha hewl dide bi xiyanet û nokeriyê jî encamê bi dest bixe û ev agahî parve kir:

Kesê bi navê Nazmî Sumer ê ji Şirnexê, li qada Kato ya Botanê hevkarî bi dijmin re kir.

Tevî ku ji malbat û derdoreke welatparêz bû, beriya her tiştî xiyanet li kevneşopiya welatparêziyê kir.

Di encama îxbara wî de sala 2018’an 4 hevreyên me şehîd bûn.

Nazmî Sumer ji ber vî sûcî di 15’ê Îlona 2023’an de ji aliyê hêzên me ve hate cezakirin.

HPG: Gelê me kesên ku destên wan ketine nava xwîna Kurdan wê efû neke

HPG’ê ji polîtîkayên qirêj ên dewleta Tirk a dagirker gel hişyar kir û ev peyam da:

Gelê me gelek kêmasiyên van kesan efû bike jî yên ku destê wan ketine xwîna Kurdan û gerîlayan ti carî efû nake.

HPG: 6 dagirker hatin cezakirin, 2 dagirker jî birîndar bûn

Back to top button