Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) li ser 4 welatên ku bi Îranê re di nava hevkariyê de bûn ceayên nû sepand.
Tirkiye yek ji wan welatane di dabînkirina parçeyên balafirên bêmirov ji bo Îranê kar kiriye.
Ofîsa Kontrolkirina Maliyetên Biyanî ya Wezareta Xezîneya Amerîkayê li ser 5 sazî û 2 kesên li Çîn, Hong Kong, Tirkiye, Îmarat û Îranê ceza sepand.
Wezareta Xezîneyê ya DYA’yê derbarê mijrarê de ev agahî parve kir:
“Toreke ku di nav wan de 2 şîrketên Tirkiyê jî hene, ji bo alîkariya dabînkirina parçeyên balafira bêmirov a Îranê, ceza li wan hatiye birîn.”
Wezaretê diyar ev şebek di dabînkirina motorên balafirê de xwedî rolin.
Wezaretê her wiha destnîşan kir ku Îranê balafirên cureya Şahed-136 (Shahed) şandiye Rûsyayê da ku di êrişa Ukraynayê de bikar bînin.
Lewma li Tehran û welatên ku hevkariya Îranê kiriye ceza hatiye sepandin.



