Li Brezîlyayê ji ber lehiyê 18 kes mirin

Li 19 bajarên wîlayeta Bahia ya Brezîlyayê, ji ber barana zêde, lehî rabû. Di encamê de 18 kesan heta niha jiyana xwe ji dest daye û 35 hezar jî derbider bûne. 

Li wîlayeta Bahia ya Brezîlyayê, lehiyê li 19 bajaran da û ziyaneke mezin çêkir.

Ev lehî bû sedem ku heta niha 18 kes jiyana xwe ji dest bidin.

Ji bilî wan qurbanan, heta niha 286 kes jî birîndar in.

Ji ber xurtbûna lehiyê, 35 hezar kes neçar man ji malên xwe derkevin û li deverên biewle bi cih bibin.

Hat ragihandin ku niha ji ber rewşa hewayê ya xerab, 66 navçeyan jî rewşa awarte ragihandiye.

Back to top button