Serokwezîrê Îsraîlê Bennett: Em ê hejmara warên xwe li girên Colanê 2 qat zêde bikin

Hikumeta Îsraîlê plan dike ku hebûna warên xwe li girên Colanê 2 qat zêdetir bike. Proje ji aliyê serokwezîr Neftalî Bennett ve hat eşkerekirin. 

Sala 1967’an di encama tevgera dagirkeriyê de, Girên Colanê yên Sûrî ketin bin kontrola artêşa Îsraîlê.

Sala 1981’an jî herêm weke beşek ji axa Îsraîlê hat ragihandin.

Ji wê demê ve di navber Şam û Tel Ebîbê de alozî dewam dike.

Doh serokwezîrê Îsraîlê Neftalî Bennett eşkere kir ku plana wan a berferehkirina hebûna warên xwe li Girên Colanê heye.

Li gorî vê,

Wê hebûna warên Îsraîlê li herêmê 2 qat were zêdekirin.

Di rewşa heyî de li Girên Colanê derdora 25 hezar Îsraîlî û bi qasî 23 hezar Durziyên Sûrî hene.

Sala 2019’an serokê wê demê yê Amerîkayê Donald Trump, hebûna Îsraîlê ya li Colanê bi awayekî fermî pejirandibû.

Welatiyên Sûrî yên Girên Colanê li dijî biryara serowezîrê Îsraîlê nerazîbûn nîşan dan û got,

Her çi bikin, ev der xaka Sûrî ye û wê hebûna wan a dagirkeriyê neyê qebûlkirin.

Back to top button