Serokeşîrên Şengalê: Şandeya ku PDK’ê şand Bexdayê nûnertiya me nake

Serokeşîrên Şengalê dibêjin ew şandeya ku PDK’ê li ser navê Êzdiyan şand Bexdayê û bi Mistefa Kazimî re civiyayî nûnertiya wan nake.
Serokeşîra piştrast kirin ku kesên di şandeyê de cih girtin ne li Şengalê ne û ne jî haya wan ji rewşa wê û xelkê wê heye.

Ji bo palanên xwe yên li ser Şengalê bi cih bikin, PDK’ê 9’ê Gulanê şandeyek şand Bexdayê û bi Mistefa Kazimî re hevdîtin kir.

Xelkê Şengalê li dijî vê nerazîbûnên xwe tînin ziman û dibêjin ew kes nûnertiya wan nakin.

Serokeşîrê Feqîran Dexîl Giro li ser vê planê dibêje

”Ev kesên ku di şandeyê de cih girtine ji bo berjewendiyên xwe yên kesayetî çûne Bexdayê.

Dema serdanê, her kesekî ji wan bi qasî 2 milyon dînar pere wergirtine û daxwaza gelê xwe ji bîr kirin.”

Dexîl Giro piştrast kir ku ew xelkê Şengalê wan kesan weke nûnerê xwe nabînin ji ber ku ew ne ji Şengalê çûne.

Serokeşîrên Şengalê: Kesên di şandeyê de ne li Şengalê ne û haya wan ji rewşa me tune

Ji serokeşîrên Mala Zero Şemo Xwedêda jî anî ziman ”Ev kesê di şandeyê de ji dema êrişên DAIŞ’ê ve ji Şengalê derketine û hîna deriyê malên wan jî girtî ne.”

Şemo Xwedêda behsa peymana 9’ê Cotmehê jî kir û piştrast kir ku ew ê rê nedin ku ev peyman pêk were.

Back to top button