22 sal û 3 meh ceza li Hevseroka KCD’ê Leyla Guven hat birîn

22 sal û 3 meh cezayê girtîgehê ku li Hevseroka KCD’ê Leyla Guven hatibû birîn ji aliyê Dadgeha Tirk de hate erêkirin.
Li aliyê din êrîş û operasyonên qirkirina siyasî yên li dijî Kurdan jî dewam dikin.
Polîsên Tirk li Colemêrg û Şemzînanê bi ser malan de girtin û 4 siyasetvanên jin xistin binçavan.

Li bakurê Kurdistan û Tirkiyê zextên li ser siyasetmedayên Kurd dewam dikin.

Dadgeha Cezayê Giran a 9’emîn a Amedê bi îdîaya “endametiya rêxistinê” 22 sal û 3 meh li Leyla Guven birîbû.

Leyla bi hinceta ku biryara dadgeha xwecihî ne di cih de ye serî li Dadgeha Edliyeyê ya Herêmê dabû.

Rêveberiya Ceza ya 2’emîn a Dadgeha Edliyeyê ya Amedê serlêdan ji esasê ve red kir.

Dadgehê bi îdîaya “endamtiya rêxistinê”14 sal û 3 meh cezayê girtîgehê û bi îdîaya Propagandeya rêxistinê kirin” jî, du caran 4 sal bi giştî 22 sal û 3 meh cezayê hatibî birîn erê kir.

Li Colemêrgê 4 jin ên HDP’î hatin binçavkirin

Polîsên Tirk bi biryara Serdozgeriya Komarê ya Colemêrgê,li Şemzînan û Colemêrgê di ser malan de girtin 4 siyasetmedarên jin binçavkirin.

Di serdegirtinan de Hevseroka berê ya HDP’ê ya bajêr Sîpan Tûran, Hevseroka Navçeya Navendî Sînem Seven, Berdevka Meclîsa Jinê ya Colemêrgê Zeynep Kaya û Hevseroka Şemzînanê Sozdar Atîlla hatin binçavkirin.

Jinên hatin binçavkirin birin Midûriyeta Emniyetê ya Bajêr.

Back to top button