Somal..NY: 2,9 milyon kes ji ber şer û felaketên xwezayê ji cihê xwe koçber bûne

Li Somalê şer û felaketên xwezayê pêla koçberiya li welat zêde kiriye.
Ofîsa Koordînasyona Karê Mirovî ya NY (OCHA) ragihand ku li Somalî 2,9 milyon kes ji ber şer û felaketên xwezayî neçar mane ku cih û warê xwe berdin.

Ofîsa Somalî ya NY derbarê rewşa li welat de daxuyaniyek nivîskî weşand.

Ofîsê diyar kir ku pevçûn û felaketên xwezayî bandoreke neyînî li jiyana bi milyonan mirovan kiriye.

Di daxuyaniya ku hat dayîn de hat diyarkirin li Somaliyê di navbera Çile û Cotmehê de, 520 hezar kesên din koçber bûne.

Hat parvekirin ku li seranserê welêt jimara kesên ku neçar man malên xwe terk bikin derket 2,9 milyonî.

Her wiha 5,9 milyon Somalî pêdiviya wan bi alîkariya mirovî heye.

Tê gotin, ger şert û mercên nebaş ên li welêt dewam bikin wê ev jimar bigihêje 7,7 milyonî.

NY diyar kir ku li welat 3,5 milyon kes bi pirsgirêka ewlehiya xwarinê re rû bi rû ne.

Back to top button