Şervanên Erkaxweparastinê: Parastina xak û herêmê erka tevahî civakê ye

Şervanên Hêzên Erka Xweparastinê li dijî êriş û gefên dewleta Tirk a dagirker derketin. Şervan dibêjin: “Parastina welat erka tevan e û divê her kes tev li hêzên leşkerî bibe û li dijî artêşa Tirk û çeteyên wê piştevniya hêzên leşkerî bikin.”

Xweparastin ji hîmanên bingehîn ên pûçkirina plan û êrîşên li ser herêman e.

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî gel li dijî gef û êrîşên dewleta Tirk biryara xweparastinê daye.

Şervanên Hêzên Erka xweparastinê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê bixwe jî li dijî van êrişan girîngiya xweparastinê destnîşan kir.

Yek ji wan jî şervana ereb Dilbîn Til Temir e.

Ez tev li Hêzên Erka Xweparastinê ya Jin bûm da li hemberî çi êrişên li dijî xaka me li kêlek hêzên leşkerî bisekinim.

Ez bang li her kesekî dikim ku tev li hêzên leşkerî bibe.

Şervana bi navê Bêrîvan Ehmed jî dibêje, armanca dagirkeriyê têkbirina ewlehiya herêmê ye û ji bo parastina herêmê bang li tevahî ciwanan kir ku tev li hêzên leşkerî bibin.

Şervan Cavreş Qamişlo jî diyar kir ku xweparastin xwedî girîngiyeke mezin e û hêmanekî girîng ê parastina xak û civakan e.

Ji bo heman mijarê şervan Gabar Andok jî got: “Li hember çi destwerdanên derve, Hêzên Erka Xweparastinê li gel QSD’ê mertaleke parastinê ji gel re ava kiriye.”

Back to top button