Şêniyên Efrîn û Şehbayê cenazeyê şehîd Sîpan Efrîn oxir kir

Şêniyên kantona Efrîn û Şehbayê cenazeyê şervanê YPG’ê Sîpan Efrîn oxir kir.
Her wiha Meclisa Malbatên Şehîdan a kantonê nasnameya şehîdek HPG’ê Rojda Mahîr aşkera kir.

Şervanê (YPG) Subhî Îbrahîm (Sîpan Efrîn) kdi 14’ê Îlonê de li Helebê şehîd bûbû.

Ji şehîd Şervan duh li Şehba merasîmek bi heybet hat lidarxistin .

Her wekî nasnameya gerîlaya Hêzên Parastina Gel (HPG) Rojda Mahîr hate aşkerakirin.

Rojda Mahîr li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bûye.

Li vir Reveberiya Meclisa Malbatên Şehîdan a kantona Efrîn û Şehbayê Hesen Berko axifî û got:

“Em ê heta rizgarkirina Efrînê rêya berxwedanê bişopînin.”

Piştre wesîqeyên şehadeta şehîdan xwendin û radestî malbatên wan kirin.

Cenazeyê şehîd Sîpan Efrîn di nav tilîliyên dayikan de hat oxirkirin.

Back to top button