Operasyona ‘Birûska Cezîrê’ didome

Operesiyona ”Pirûska Cezîrê” 8 roj li pey xwe hiştin. Hêzên Asayişê li kampa Holê 8 çete girtin, ku van çeteyan alîkarî pêşkêşî şaneyên DAIŞ yên li herêmê dikirin. Her wiha hêzên hevbeş yên operesyonê jî 23’ê gundên Hesekê paqij kirin. Di encamê de 2 çete hatin giritin.

Hêzên Sûriya Demokratîk QSD’ê bi hevkariya hêzên havpeymanê 28 Kanûnê li dijî şaneyên DAIŞ’ê operesyona Birûska Cizîrê da dest pêkirin.

Îro 8 rojin operasyon didome û heta niha gelek çete ji aliyê QSD’ê ve hatin gritin û çek û alavên li gel wan jî hatine desteserkirin.

Piştî Til Hemîs, Til Birak û Holê îro operesyon li gundên başûr-rojhilatî bajarê Hesekê dewam kir..

Li gundewarên Hesekê 2 çete hatin girtin

Hêzên Operesyonê 23 gund li rojhilatê bajarê Hesekê paqij kirin û li vir 2 çete hatin giritin.

Li gel van çeteyan jî çek, cilên leşkerî û hin kaxezên sexte hatin dîtin.

Navenda Hêzên Sûriya Demokratîk QSD’ê eşkere kir ku hêzên wan gelek êriş û pilanên çetayn beravêtî kirin.

Navendê tezez kir ku wê hêzên QSD operesyonên xwe berdewam bikin heya dawî li van şaneyan bînin û aramiyê li herêmê misoger bikin.

Hêzên asayişê li kampa Holê 8 çete girtin

Li aliyê din, hêzên Asayiişê piştî teqezkirina hin agahiyan, li kampa Holê operesyon pêk anîn.

Di encamê de 8 çeteyên Daiş hatin girtin.

Back to top button