Hêzên Sûriya Demokratîk bi daxuyaniyekê îdiayên dewleta Tirk a dagirker ên têkildarî şehadeta 22 şervanên wan derewand.
Têkildarî mijarê, Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk QSD’ê li ser hesabê xwe yê Twitterê daxuyaniyek parve kir.
QSD’ê da zanîn: “Wezareta Berevaniyê ya dewleta Tirk a dagirker bi rêya hesabên xwe yên fermî îdia kir ku rojên 2 û 5’ê Çileyê; 22 şervanên me şehîd bûne.
Ev îdia ne rastin.”