Asayiş: Endamê me Mihemed Şêx Nebî di encama qezayekî de şehîd bû

Li aliyê din navenda Ragihandina Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn jî bi daxuyaniyekê nasnameya endamekî xwe yê şehîd buye eşkere kir.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn li ser mijarê daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

“Endamê me Mihemed Şêx Nebî roja Pêncşemê 19’ê Cotmehê, di encama qezayek trafîkê de gihişt asta şehadetê.

Şehîd Mihemed bi kelecanek mezin kar dikir, bi disîplîn bû û erkên xwe bi jêhatîbûneke bilind bi cih dianî.”

Asayîşê di dawiya daxuyaniya xwe sersaxî ji malbata şehîd re xwest û soza şopandina riya şehîdan dan.

Li gorî daxuaniyê nasnameya şehîd wiha ye:

Nav û paşnav: Mihemed Şêx Nebî
Navê Bav: Xalib
Navê Dayikê: Cemîle
Cih û Dîroka Tevlêbûnê: Kobanî 18.10.2022
Cih û Dîroka Şehadetê: Kobanî 19.10.2023

Back to top button