Li Helebê peymangeha amedekirina mamosteyan hat vekirin

Li taxa Eşrefiyê ya Helebê peymangehek bi navê şehîd Zozan ji bo amedekirina mamosteyan hat vekirin.

Ji bo pêşxistin û amedekirina mamosteyan Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk a Federasyona Bakurê Sûriyê Peymangeheke vekir.

Ev cara yekemîne peymangehek bi vî rengî li taxa Eşrefiyê tê vekirin.

Di merasîma vekirina peymangehê de gelek axaftin hatin kirin.

Li ser navê Rêveberiya peymangeha şehîd zozan Fatme Kuşan axivî û gotin:

Bi fikir û felsefeya rêber Apo û bi keda şehîdên azadiyê em gihiştine vê astê.

Parastin û zindîhiştina zimanê dayikê erka me hemûyane û divê em xwedî lê derkevin.

Fatme Kuşan destnîşan kir ku vekirina vê peymangehê di demeke wisa de bersiv ji êrîşên dewleta Tirk a dagirker re ye.

Back to top button