Saziya Giştî ya Pirkirina Tovan: 7 hezar ton tov li cotkaran hatiye belavkirin

Saziya Giştî ya Pirkirina Tovan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 7 hezar ton genim li cotkarên ku bi wan re peyman îmzekiriye belav kir.

Hevserokê Saziya Giştî ya Pirkirina Tovan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Şiyar Mamo da zanîn ku tovên genim ên başkirî li cotkarên ku ji Cotmeha par ve peyman îmze kirine, belav kirin.

Şiyar Mamo diyar kir ku wan heta niha 7 hezar ton genim belavkiriye û ev agahî da:

” Ji bo cotkarê kantona Cizîrê 5 hezar û 140 ton tovên genim ên başkirî wergirtine, bi wê re 2 hezar û 290 cotkaran sûd wergirt.

Li kantona Firatê hezar û 580 ton hatin belavkirin, di encamê de hezar û 130 cotkaran sûd wergirt.”

Şiyar Memo dazanîn heta niha 3 hezar 420 cotkaran bi wan re peyman îmzekirine û ji bo her donimekê 32 kîlo genim sert û 30 kîlo genim ter hatiye veqetandin.

Back to top button