Meclisa Rêveber a kantona Cizîrê civîna xwe ya sala 2023’yan li hola Desteya Perwerdeyê ya Qamişlo li dar xistin û civîn bi gelek biryarên girîng bidawî bû.
Di civînê de gelek rayedarên Rêveberiya xweser amede bûn.
Rewşa siyasî ya herêmê û bandora wê li ser rewşa aborî hat nîqaşkirin.
Piştre rapora giştî ya Meclisa Rêveber ku tê de xebatên hemû deste, nivîsgeh û komîteyên wê û projeyên sala 2023’yan hate xwendin.
Di dawiya civînê de encamname û plansaziya sala 2024’an hatin diyarkirin û ji wan biryaran:
“Pêkanîna bendên Hevpeymana Civakî.
Pêşxistina xebata saziyên rêveberiyê û bicihkirina karmendên amadekirî di aliyê fikrî û rêveberî de.
Pêşxistina xebatên perwerdehiyê û xurtkirina mamoste û rêveberên dibistanan û peydakirina pêdiviyên dibistanan.
Piştgiriya saktora çandiniyê bi rêya peydakirina pêdiviyên hilberînê.
Nûjenkirina gerînendetiya giştî ya xizmetguzariyên pîşeyî.
Pêşxistina aboriya civakî û peydakirina derfetên kar.”