Kurdistaniyên Almanyayê serdegirtina bi ser Navenda Civaka Kurd Demokratîk (DKTM)’ya Dûîsbûrgê bi mîtîngekî şermezar kirin.
Kurdistaniyên li Dûîsbûrgê û dostên wan, ji bo şermezarkirina biserdegirtin û zextan, li navenda bajêr hatin ba hev.
DKTM’ya Dûîsbûrgê, ATÎF, AGÎF û Înîsiyatîfa Gel a Kurecîkê tev li çalakiyê bûn. Di çalakiyê de daxuyaniyek hat xwendin.
Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin ku 16’ê Gulanê yekîneyeke polîsan bi ser Komeleya Kurd a Dûîsbûrgê de girtibû û derbarê wî de wiha hat gotin:
” Hevrêyekê me yê ku endamê desteya rêveber ê komeleya me, bi endamtiya rêxistineke terorîst hat sûcdarkirin. Tundî li hemberê wî û malbata wî hatiye kirin.
Gava lêgerînê dest dane ser belgeyên taybet, telefon û kompîturan.
Em krîmînalîzekirina hevrêyê me û komeleya me şermezar dikin.
Bila hikûmeta federal, dev ji polîtîkaya krîmînalîzekirin û zextê ya li hemberî Kurdan berde.”



