Koçberên li kampa Girê Spî li gorî derfetan debara xwe dikin

Piraniya koçberên li kampa Girê Spî li derfetên kar li derveyî kampê, bi taybet di çandiniyê de digerin.
Rojane bi sedan koçber di zeviyên çandiniyê de, hesinkarî, necarî û pîşesaziyê de kar dikin.
Koçberan diyar kir ku karê wan berxwedan û redkirina teslîmiyetê ye.

Welatiyê bi navê Ebdurehîm Şaban (50) ji gundê Şirgirakê yê kantona Girê Spî ye.

Piştî êrişên dagirkeriyê di sala 2019’an de koçberî kampa Girê Spî ya li Eyn Îsayê kir.

Ebdurehîm Şaban anî ziman ku ji bo wî kar berxwedan û redkirina teslîmiyetê ye û wiha got:

“Rewşa koçberiyê îradeya me naşkîne. Çavê me timî li vegera li war e piştî ku dagirker jê derkevin.

Ez her timî li derfeteke kar li derveyî kampê digerim da ku debara kufletê xwe bi cih bînim.

Niha min girêbestekê bi xwediyê deraseyekê re çêkiriye da ku di mewsimê çinînê re pê re kar bikim.”

Koçbera bi navê Zilîxa El Mûsa ya 30 salî jî dayika 4 zarokan e.

Zilîxa El Mûsa di çinînê de dixebite da ku li gel hevjînê xwe debara malbatê bi cih bîne.

Back to top button