Mirîcana Govendên Kurdistanê ya 34’an dest pê dike

Mihrîcana Govendên Kurdistanê ya 34’an bi durişma”Çanda me nasnameya me ye” duhli Hannoverê dest pê dike.

Kurdistaniyên li Ewrûpayê, mihrîcana çand û hunerî ya herî demdirêj a li Ewrûpayê, Mihrîcana Govendên Kurdistanê ji bo cara 34’an li dar dixe.

Îsal mihrîcan bi durişma “Çanda me nasnameya me ye” li bajarê Hannover ê Almanyayê tê lidarxistin û ji Almanya, Swîsre û Fransayê bi giştî 23 kom wê tev li mihrîcanê bibin.

Wê îro mihrîcan dîsa bi meşa ji rêûresmê ya mihrîcanê dest pê bike.

Bi sedan ciwan wê bi cilûbergên Kurdî, erbane, dahol û zirneyan ji ber Stasyona Trênê ya Navendî ya Hannoverê meşa xwe bidin destpêkirin.

Armanca meşê danasîna çanda qedîm a Kurdistanê ye.

Wê 28’ê Gulanê 23 komên govendê bikevin pêşbirkê û hûnerên xwe pêşkêş bikin.

Back to top button