Li Şengalê, ji bo piştgiriya berxwedana Mexmûrê, kon hate vedan

Ji bo piştgiriya berxwedana xelkê Mexmûrê li navçeya Serdeşt a çiyayê Şengalê kon hate vedan. Her wiha xelkê Şengalê bi daxuyaniyekê diyarkirin ku tişta li beramberî wargeha Mexmûrê tê kirin, ne qanûniye. Civaka Êzidiyan bang li hikûmeta Iraqê hate kirin ku dest ji karên xwe ên ku dikevin xizmeta dijmin de berdin.

Piştgiriya ji bo berxwedana xelkê Mexmûrê ya dijî hewldanên hikûmeta Iraqê ya ji bo dorpêçkirin Wargehê zêde dibe.

Bi vê boneyê dibin pêşengtiya Meclisa Xweseriya Demokratîk a Şengalê û Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) de li navçeya Serdeşt a çiyayê Şengalê kon hate vedan.

Konê çalakiyê wê du rojan dewam bike.

Di roja yekem de nûnerên sazî û rêxistinên Şengalê serdana kon kirin û berxwedana xelkê Mexmûrê silavkirin.

Li wir li ser navê TAJÊ û Meclisa Xweser a Demokratîk daxuyaniyek hate dayîn.

Daxuyanî ji aliyê Endama TAJÊ Kinê Xidir ve hate dayîn.

Back to top button