NY: 2022’an 27 hezar binpêkiirin li dijî zarokan hatiye kirin

Neteweyên Yekbûyî rêjeya binpêkirinên li dijî zarokan a di sala 2022’an de weşand.
Li gorî vê;
27 hezar binpêkirinên giran li dijî zarokande hatine kirin.
Fona Alîkariya Zarokan a NY (UNICEF), diyar kir ku ew ji rewşa zarokên li Ukrayna, Haiti, Nîjerya, Etiyopya û Mozambîk bi fikar in.

Neteweyên Yekbûyî rêjeya binpêkirinên li dijî zarokan a di nava şer û pevçûnên heyî yên di sala 2022’an de weşand.

NY ragihand ku 27 hezar binpêkirinên giran li dijî zarokan hatine kirin.

Di sala 2021’an de jî ev rêje 24 hezar bû.

Di nav binpêkirinên giran de, bikar anîna zarokan di nav leşkeriyê de, her wiha kuştin, birîndarkirin, şîdeta zayendî, revandin, êrişên li ser dibistan û nexweşxaneyan cih digire.

Fona Alîkariya Zarokan a NY (UNICEF) ragihand ku ew ji ber rewşa zarokên li Ukrayna, Haiti, Nîjerya, Etiyopya û Mozambîk bi fikar in.

UNICEF’ê diyar kir ku krîza di navbera Îsraîl û Filistîniyan de û pevçûnên li Kongo û Somaliyê herî zêde jiyana zarokan dixe nava metirsiyê.

Nûnera taybet a Neteweyên Yekbûyî Virginia Gamba diyar kir 8 hezar û 620 zarok hatine kuştin û birîndar kirin.

7,622 zarok jî di pevçûnan de hatine bikaranîn an jî ji aliyê hikûmet û komên çekdar ve hatine karanîn.

3 hezar û 985 zarok jî hatin revandin.

Hezar û 165 ku piraniya wan keç bûn, tecawîzê wan hatiye kirin yan jî bi zorê hatin zewicandin.

Her wiha êrişî hezar û 163 dibistan û 647 nexweşxaneyan hatiye kirin.

Ev hejmar li gorî sala 2021’an ji sedî 112 zêdebûne.

Li Sûdanê mîlyonek zarok ji cih û warê xwe bûne

Cîgirê Rêveberê Giştî yê UNICEF Omer Abdî jî balkişand ser binpêkirinên li hember zarokan a di şerê li Sûdanê de û got:

“Ji ber şer û aloziya heyî bêtirî 1 mîlyon zarok ji cih û warên xwe bûn.”

Abdî destnîşan kir ku hikumet û aliyên şer sozên xwe yên ji bo parastina zarokan pêk neanîne.

Rûsya ji ber binpêkirinên mafê zarokan ket lîsteya reş a NY

Li aliyê din Rûsya ji ber di şer de mafên zarokan binpê dike, di nav lîsteya reş a Neteweyên Yekbûyî de cih girt.

Back to top button