Bandorên êrîşan li ser Bakur û Rojhilatê Sûrî

Dewleta tirk li Bakur û Rojhilatê Surî sucên şer dike. Di encama êrişên dewleta Tirk a dagirker de 2 milyon û niv şêniyên kantona Cizîrê bê kehrebe (Ceyran-elektrîk), av, gaz û mazot hatin hiştin.

Dewleta Tirk a dagirker ji 13’ê Çileya 2024’an ve bi balafirên şer saziyên xizmetguzarî, stasyonên kehrebê, stasyonên petrol, avê, malên hemwelatiyan, navend û bendên kontrolê yên asayîşê bombebaran dike.

Bi taybetî stasyona Ude ya li navçeya Tirbespiyê û stasyona Siwêdiyê ya li Rîmelan bajarê Qamişlo ku pêdiviya tevahiya Kantona Cizîrê pêk tînin, hatin hedefkirin.

Stasyona Udê sedî 90 ji xizmetê derketiye

Stasyona Udê piraniya pêdiviya gaz, mazot û benzînê ya tevahiya Kantonê Cizîrê pêşwazî dike.

Stasyona Udê di sê salên dawî de her dibe hedefa dagirkeran. Herî dawî di êrişên 13’ê mehê de bi dehan caran hate bombebaran kirin

Ne tenê stasyona sotemeniyê ya Kehrebê jî bû armancên êrişan.

Di encama êrişan de stasyon bi temamî ji xizmetê derketiye û kehrebe li ser nevçeyê û gundên wê qut bûye.

Stasyona Siwêdiyê ji xizmetê derketiye

Yek ji cihên hatine bombebarankirin Stasyona Siwêdiyê ya li Rimêlan e.

Ev der Stasyona herî mezin a li kantona Cizîrê ku pêdiviya gaz, kehrebeyê pêşwazî dike.

Hemû pêdiviyên şêniyên kantona Cizîrê ji vê stasyonê dihatin peydakirin.

Her wiha bi riya kehrebeya ji vê derê dihat belavkirin, stasyonên ava yên bajarên kantonê jî dihatin şixulandin.

Lê stasyon ji aliyê balafirên şer ên dewleta Tirk ve bi dehan caran hat bombebarankirin û bi temamî ji xizmetê derketiye.

2 milyon û nîv kes bê kehrebe mane

Li gorî rêveberiya xweser, li 15 bajar, navçe, bajarok û bi sedan gundên Kantona Cizîrê, zêdetirî 2 milyon û nîv kes bê kehrebe mane.

Stasyonên avê yên bajar û navçeyan ku bi kehrebeyê kar dikin, tevahiya kehrebeya xwe ji stasyona Siwediya digirtin.

Lê ji ber ku stasyon ji xizmetê derketiye, stasyonên avê jî sekînine.

Lewma 2 mîlyon û nîv însan niha pirsgirêka avê dijîn.

Nivîsgeha Enerjiyê ya Kantona Cizîrê ya Rêveberiya Xweser bi daxuyaniyekê zirarên êrîşan ragahand û got:

“Dewleta Tirk a dagikrer 9 caran stasyona kehrebeyê ya Siwêdiyê bombebaran kiriye.

Di êrîşan de cihê hatiye bombebarankirin tekane stasyona navendî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye û ji sedî 100 ji xizmetê derketiye.

Êrişên dewleta Tirk a qirker li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê

Back to top button