Di çalakiyên bîranînê yên li Enqerê de 7 kes hatin binçavkirin

Li Enqereyê, polisan mudaxaleyî rêxistinên girseya demokratîk ku li ser daxwaza DAD’ê ji bo bîranîna Komkujiya Sêwasê li hev kom bûbû kir û 7 kes binçav kir.

Komeleya Elewiyên Dmeokratîk (DAD), xwest di salvegera 27’emîn de Komkujiya Sêwasê bi bîr bîne.

Li ser banga DAD’ê rêxistinên girseya demokratîk li Kolana Sakaryayê li hev kom bûn û xwestin qurbaniyên komkujiyê bi bîr bînin.

Lê polisan bi hinceta biryara qedexeya ji ber vîrûsê êrîşî çalakgeran kir.

Girseya ku parlamenterên HDP’ê jî di navde ji aliyê polisan ve ji qadê hat dûrxistin.

Her wiha kesek hat binçavkirin.

Ji ber ku destûr nehat dayîn, girseyê xwest li ber Navenda Giştî ya Komeleyên Çandî daxuyanî bide.

Polisan careke din destûr neda û 6 kes binçav kirin.

Di kêliya mudaxaleyê de polisan destûr neda ku rojnameger dimen bikêşin û ew ji qadê dûr xistin.

Back to top button