Tirkiyê kuştiyên çeteyan wek qurbaniyên teqînên li Efrînê dide nîşandan

Hatina termên kuştiyên çeteyên Sûrî ji Lîbya bo Efrînê dewam dike.
Dagirkeriya Tirkî çeteyên li Lîbya hatine kuştin wek qurbaniyên teqînên li Efrînê dide nîşan dan.

Artêşa Tirk a dagirker cenazeyên çeteyên li Lîbyayê têne kuştin, dişîne bajarê Efrînê yê dagirkirî.

Li şûna cenazeyan wan veşêre, wan dixe sarincan da ku paşê çeteyan wek qurbaniyên teqînên li Efrînê ragihîne.

Dewleta Tirk a dagirker bi çeteyên li kantona Efrînê û herêmên dagirkirî re siyaseteke nû bi kar tîne.

Çavkaniyan diyar kirin ku dagirker çeteyên li Lîbyayê têne kuştin, wek qurbaniyên teqînên li Efrînê nîşan dide û bi vê yekê hem Rêveberiya Xweser tawanbar dike û hem jî hejmara kuştiyên li Lîbyayê vedişêre.

Çavkaniyan ragihand ku dagirker vê şawazê ji bo veşartina binketinên xwe yên li Lîbyayê, çeteyan teşwîq bike ku xizmeta Tirkiyê bikin û biçin Lîbyayê şer bikin, bi kar tîne

Back to top button