Komîteyeke Ermen ji Trump re: Bila Erdogan mijara kuştina keşe hosip zelal bike

Komîteya Niştimanî ya Ermenan a li DYA`yê ji serokê Amerîkayê Donald Trump xwest ku derbarê kuştina keşeyê Ermenî yê Katolîk de, fişarê li serokkomarê Tirkiyê Erdogan bike.
Komîteya Niştimanî ya Ermenî ya li Amerîka bi daxuyaniyekê daxwaz ji Trump kir ku mijara kuştina Keşe Hosip were zelalkirin.
Di daxuyaniya komîteyê de wiha hate gotin:
“Em hêvî dikin ku serok Trump bi awayekî eşkere di hevdîtina xwe de li serokê Tirkiyê Erdogan bike, da ku derbarê kuştina keşeyê Ermenî yê Katolîkî û bavê wî de bersivê bide.
Ji ber ku keşe û bavê wî ji aliyê milîsên DAIŞ`ê ve li herêmeke di bin serweriya hevalbendên Enqerayê de hatin kuştin.
Keşeyê dêra Ermenan a Katolîk a Qamişlo Hosib Bidoyan û bavê wî Hena Bidoyan berî du rojan dema ji Hesekê ber bi Dêrazorê ve diçûn, ji aliyê komên çete ve hatin kuştin.

Leave a Reply

Back to top button