DAIŞiyên girtî mîna bombeyeke neteqandî ne.
Ji bo girtiyên DAIŞê yên di girtîgehên QSD’ê de, berpirsekî payebilind ji wezareta derve ya Emerîkî diyar kir ku rewşa herêmê ne aram e û got:
DAIŞiyên girtî mîna bombeyeke neteqandî ne.
Em dîsan bang li welatan dikin ku DAIŞiyên xwe wergirin.
Berpirsê Emerîkî got, em bawer in, QSD’ê dikare wan biparêze û Kampa Holê jî bi rê ve bibe, lê tevî wiha jî Waşington naxwaze karesetine mirovî û ewlehî çêbibin.
115