Gelê Şengalê li dijî Peymana 9’ê Cotmehê meşek lidarxistin

Welatiyên Şengalê li dijî pilanên PDK’ê ya li dijî îradeya gelê Şengê meşek li darxistin. Welatiyan bang li Hikûmeta Iraqê kir ku guh bide daxwazên gel.

Dihat payîn di 13’ê Gulanê de di çarçoveya serdanên parêzgahên Iraqê de, Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî serdana Şengalê bike.

Sudanî wê bi Rêveberiya Xweser ya Şengalê û pêkhateyên Şengalê re biciviya ba.

Lê serdana wî ya ji Şengalê re hatibû betalkirin.

Welatiyên Şengalê li dijî plan û êrişan nerazîne nîşan dan û bi beşdariya hemû pêkhateyên Şengalê meşek lidarxistin.

Gelê Şengalê bang li serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî kirin

Meş ji ber meclisa gel a Şengalê despê kir heya Çerxerêya Yermûk dewam kir.

Li vir nameya ku li ser navê hemû xelkê Şengalê ku ji bo Hikumeta Iraqê hatibû nivîsandin, ji aliyê endamê mekteba siyasiya PADÊ’ê Silêman Hecî ve hate xwendin.

“Ger em neçar bibin, em ê carek din paşeroja xwe biparêzin”

Xelkê şengalê di nameyê de balkişandin ser serdana Serikwezîrê Iraqê a ji bo şengalê û wiha gotin: “Birêz Serokwezîrê Iraqê, serdan nekirina nerewa ya we ji bo Şengalê, Êzidiyên hemû deveran hêrs û aciz kiriye.

Êdî xelkê Şengalê ji ber rûreşiya desthilatdariya herî bilind a welat, nikare ti şandeyek hikumetê qebûl bike.

Ger em neçar bibin emê carek din malbatên xwe bibin lûtkeya çiyayê Şengalê da ku em paşeroja gelê xwe li Şengalê biparêzin.”

Di nameyê de hate diyar kirin ku divê Hikûmeta Iraqê guh bide daxwazê welatiyên Şengalê û nebe havkarê pilanên ku li dijî îradeya gelê şengalê hatiye kirin.

Êzidî û Erebên Şengalê: Em peymana 9’ê Cotmehê qebûl nakin

Back to top button