Li paytexta Îngilîstanê Londrayê ji bo bîranîna şehîdên meha Gulanê meşek hate lidarxistin.
Li ser banga Teoriya Çînê û Partîzanê ji bo Şehîdên meha Gulanê li ber Stasyona Manor House merasîmeke girseyî hate lidarxistin.
Di bîranînê de Tevgera Şoreşger a Yekbûyî ya Gelan jî amade bû.
Bîranînê bi rêzgirtina ji bo şehîdên şoreşê dest pê kir.
Wêneyên pêşengên şoreşger Îbrahîm Kaypakkaya, Hakî Karer, 4 şoreşgerên ku li zindana Amedê bedena xwe dabû ber agir û wêneyê Denîz Gezmîş hatin hilgirtin.
Di axaftinên hatin kirin de hate destnîşankirin ku wê faşîzma AKP-MHP’ê bi ruhê Îbrahîm, Hakî, Mahîr û Denîzan were têkbirin.