Salvegera 36’an a Raperîna Rewandûzê

Îro salvegera 36’an a Raperîna Rewandûzê ye. “Jinan di Raperîna li dijî zilma Rejîma Baasê de têkoşîneke mezin kirin.” Ev gotinên Sultane Nawxoş ya tev li Raperînê bibû ye. Lê dilê wê bi êş û bi hêrse. Ew dibêje: Armanca ku me ji bo wê têkoşîn kiriye, nehatiye bidestxistin.

36 sal di ser Raperîna Rewandûzê re derbas bûn.

Di 19’yê Gulana 1987’ê de welatiyên li navçeya Rewandûzê ya girêdayî parêzgeha Hewlêrê, li dijî rejîma Bees ya Seddam Hisên raperîn kirin û ev herême ji kontrola hêzên Bees’a Iraqê rizgar kirin.

Di şer de 19 kes şehîd û 31 birîndar bûn..

Ji ber tevlîbûna raperînê fermana darvekirinê ji bo 22 kesan hat dayîn.

Sultane Nawxoş jî yek ji jinên ku di Raperîna Rewandûzê de cih girt.

Di heman demê de sê kes ji xizmên wê di raperînê de şehîdbûn.

Sultane Nawxoş: Jinan li dijî zilma Rejîma Bassê têkoşîn kirin

Sultane balkişand ser rola jinan ya di Raperîna Rewandûzê de û got jinan di raperînê de bi roleke mezin rabûn.

Sultane herî dawî da zanîn ku hikumeta Başûrê Kurdistanê di hemû aliyan de ew piştguh kirine û got:

Welatiyê vê deverê bi desthilatdariya Başûrê Kurdistanê re pirsgirêkên cidî dijîn.

Back to top button