Îranê bi îdiaya ku ‘tevlî şerê li dijî xwedê bûne’ 3 kes bi darve kir

Dezgeha dadweriya Îranê ragihand, 3 kesên ku bi tohmeta destê wan di kuştina karmendên ewlehiyê yên di dema serhildana ‘jin, jiyan, azadî’ de hebûn, di 19’ê Gulanê de hatine darvekirin.

Hate diyarkirin ku Mecîd Kazimî, Salih Mîrhaşimî û Seîd Yakubî di xwepêşandana li Îsfehanê de bi hinceta ku çek bi wan re bûn û ‘tevlî şerê li dijî Xwedê’ bûne, cezayê darvekirinê li wan hatiye birîn.

Sê kesên di Mijdara borî de hatibûn girtin, di meha Çileyê de hatibûn cezakirin.

Dezgeha dadweriya Îranê, van sê kesan sûcdar dike ku sê endamên hêzên ewlehiyê kuştine.

Li dijî vê yekê malbatên cangoriyên serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ daxuyaniyek dan û biryarên dewleta Îranê ya bidarvekirina girtiyan şermezar kirin.

Back to top button