Bedlîs -Li Xîzanê bi sedan dar ji kokê de hatin rakirin

Li gundê Xûlepûr ê navçeya Xîzan a Bedlîsê ku qedexeya derketina derve hatibû ragihandin, bi kemçeyan bi sedan darê findiq û fêkiyan ji kokê hatin rakirin.

Dewleta Tirk a dagirker 2’yê Tîrmehê li 10 gund û mezrikên navçeya Xîzan a Bedlîs qedexeya derketina derve ragihand.

Di dema qedexeyê heta niha de li herêmê bi kemçeyan bi sedan dar ji kokê hatine rakirin.

Ji gundê Xûlepûrê Xûlepûr ê navçeya Xîzan a Bedlîsê Mehmet Sakî Altûn anî ziman piştî ragihandina qedexeyê bi dehan makîneyên kar hatine gund û wiha got

“Piştî qedexe dest pê kir, avêtin ser mala apê min.

Her wiha bi kemçeyan ketin nav zeviyên me. Bi sedan darên me yên findiq, gûz û sêvan talan kirin.

Di nava çend saniyeyan de 30 donim erd serobino kirin.

Sakî Altûn diyar kir divê şandeyek were gund, lêkolînê bike û got: Divê cîhan vê heqaret û zilmê bibîne. Armanca wan, zirarê bidin me û xwezayê.”

“Qaşo ji bo rêya xw evekin darên me yên 100 salî ji kokê de rakirin”

Welatî Mehmet Sakî Altûn di dawiyê de destnîşan kirk ku dewleta Tirk bi van zextan koçberiyê li wan ferz dike.

Artêşa Tirk bejahiya Betlîsê bombebaran dike

Back to top button