Li navçeya Xîzanê ya Bedlîsê piştî “qedexeya derketina derve” ya li 10 gund û gundikan, di operasyonê de şer qewimî.
Hate ragihandin ku di serdegirtinan de 3 kes hatin destgîrkirin.
Biryara qedexeya derketina derve ya li ser gund û gundikên navçeya Xîzan a Bedlîsê didome.
Biryara qedexeyê şevê din saet derdora 21.00’an hate ragihandin û nediyare wê kengî were rakirin.
Piştî biryara qedexeyê, li dijî gund û gundikên navborî operasyoneke berfireh hate destpêkirin.
Hat ragihandin ku li herêmên operasyon lê hatine destpêkirin car bi car şer diqewime û bi taybetî jî li bejahiya Xûlapûrê şerekî giran heye.
Ketin û derketina jîngehan qedexe ye.
Her wiha hat zanîn ku leşkeran li gundê Xûlepûrê bi ser gelek malan de girtin.
Di encama serdegirtina malan de ji şêniyên gund 3 kes hatin binçavkirin.
Her sê gundî jî li Fermandariya Jendermeyan a Xîzanê têne ragirtin.