Di roja 2. a civînên G7 de lîderan civînên dualî pêk anîn

Di nava bendewariyan de, civîna lîderên G7 li Îngilistanê despê kir. Tevî cîvîna berfireh lîderan dest bi civînên du alî jî kirin.

47. a Civîna G7 ku lîderên 7 welatên aboriya xwe herî pêşkeftî yên cîhanê despêkir.

Cîvîna ku wê sê rojan dewam bike, doh li Carbis Bay li Cornwall, bi mêvandariya Îngilistanê pêktê.

Di civînê de, Serokwezîrê Brîtanya Boris Johnson,

Serokwezîrê Kanada Justin Trudeau,

Serokê Fransa Emmanuel Macron,

Serokwezîra Alman Angela Merkel,

Serokwezîrê Îtalya Mario Draghi,

Serokwezîrê Japonya Yoşihide Suga,

Serokê DYA Joe Biden, Seroka Komisyona Yekîtiya Ewropa (YE) Ursula Von der Leyen û Serokê Konseya Ewropî Charles Michel amade bûn.

Serokên G7 berî destpêkirina civînê wêneyek malbatê kişandin.

Piştî wêne, lîderan keyfxweşiya xwe ya pêkanîna civînek rûbirû anîn ziman.

Lîderan balkişadin li ser vîrûsa Corona ku çawa aboriya cîhanê ji hev xistiye.

Di civînê de, cara yekem Joe Biden amade bû û di heman demê de ev civîna dawî ya Angela Merkele.

Hêjayî bibrîxistinê ye ku ji 1975’an ve 7 welatên cîhanê yên ku aboriya xwe herî başin, dicivin.

Ev welat ji sedî 58 aboriya giştî ya cîhanê li xwe digirin.

Hemwextî civînê, Serokwezîrê Îngilistanê Johnson bi Macron, Merkel, Von der Leyen û Michel re civînên dualî pêk anî.

Back to top button