Şêniyên gundê Borazê yê rojavayê Kobanê li ser topbarana dewleta Tirk û çeteyên wê hêrsa xwe anî ziman û bêdengiya navdewletî şermezar kir.
Şêniyan da xuyakirin ku dagirkerî di nava xeyalan de ye ku her derê bixe jêr serweriya xwe û bi top û hawnan hewl dide wan bide koçberkirin
Şêniyan anî ziman ku ji her hêlê ve top bi ser wan de dibarin û got:
“Gelo ji bo van êrîşên hovane, ka rola garantoran bi taybet Rûsya?
Tevî hemû gef û bombebaranên Tirkiyê, em ê ji xaka xwe dernekevin û li ber xwe bidin.”



