Nerazîbûnên li başûrê Kurdistanê yên li dijî êrîşên dagirkeriyê roj bi roj zêde dibin.
Endamê Rêveberiya YNK’ê û fermandarê Herêma Germiyan ya hêzên pêşmerge, Mehmud Sengawî derbarê hewildanên PDK yê derxistina şerê navxweyî got: “Ger dinya kavil bibe, ez yek gule li hemberî PKK’ê nateqînim. Divê em hemû dakevin kolanan û şerê birakujiyê û şerê dijî PKK’ê heram bikin.
Kurdên li Rûsyayê jî êrîşên dagirkeriya Tirk ser Başûr şermezar kirin û banga yekîtiyê li gelê Kurd kir.
Hêrsa gelê Kurd ya li dijî êrîşên dagirkeriyê yên li ser başûrê Kurdistanê û hevkariya PDK’ê ya bi dewleta Tirk a dagirker roj bi roj zêde dibe.
Endamê Rêveberiya YNK’ê û fermandarê Herêma Germiyan ya hêzên pêşmerge Mehmud Sengawî diyar kir ku di vê demê dijî PKK’ê şerkirin ji bo gel xeteriyeke mezin e û got:
“Eger dinya kavil bibe, ez yek gule li hemberî PKK’ê nateqînim.”
KNK’ê li gel gelek çalakvan, kesayet û welatiyên herêma raperînê civiya
Li Başûrê Kurdistanê hevdîtinên şandeya Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) berdewam dikin.
Di vê çarçoveyê KNK’ê li gel gelek aktîvîst, kesayet û welatiyên herêma Raperînê civiya.
Di civînê de bal kişand li ser girîngiya yekhelwestiya li dijî êriş û dagirkeriya dewleta Tirk û hate xwest li dijî şerê Kurd bi Kurd hewldan werin zêdekirin.
Parlamentera Iraqê Rêzan Şêx Dilêr: Bila aliyên Kurd li hev rûnin
Ji aliyê xwe ve, parlamentera Iraqê Rêzan Şêx Dilêr jî bang li aliyên Kurdî kir ku li hev rûnin û bi rêya diyalogê rewşê çareser bikin.
Kurdên li Rûsyayê banga yekîtiyê li gelê Kurd kirin
Kurdistanî û ciwanên Kurd ên li herêma Saratov a Rûsyayê jî êrîşên dagirkeriya Tirkiyê ser xaka Başûr şermezar kirin û banga yekîtiyê li gelê Kurd kir.