Li Antartîka parçeyek qeşa ya 15 qatî Parîsê qut bû

parçeyeke din ya qeşaya ku hezar û 550 kîlometre çargoşe ye di encama pêleke xurt de şikest û di nava deryayê de ket tevgerê.
Bi gotineke din parçeya qeşa ya qutbûyî 15 taqî paytexta Fransa Parîsê ye.

Li Antartîka çiyayên qeşayê parçe parçe qut dibin.

Saziya lêkolîna polar a Brîtanî Brîtanîz Antarktîk Survey (BAS) ragihand ku cudabûn 22’ê Çile pêk hatiye.

Her çend Antarktîka bi xetereya germbûnê re rû bi rû ye jî, ev ne ji ber guherîna avhewayê ye.

Meznahiya vê parçeya qeşayê hezar û 550 kîlometre çargoşe ye.

Bi gotineke din, parçeya qeşa ya qutbûyî tê gotin 15 qatî paytexta Fransa Parîsê mezin e.

Ev yek ji ber pêkeke bihêz ya bi navê Chasm-1 pêk hatiye.

Qeşanas Dominic Hodgson diyar kir ku ew li benda bûyerek wiha bûn û got:

“Ev tevgereke xwezayî ya Astengiya Brunt e.

Tu têkiliya wê bi guherîna avhewayê re nîne.”

Du sal berê, li heman herêmê qeşayek hema hema bi heman mezinahî çêbûbû.

Her çend zanyar vê şikestinê bi germahiyên rekor ve girê nadin.

Ji ber ku daneyên germahiyê yên hatine tomarkirin, sala 2022 wekî sala 5emîn a herî germ bû.

Bernameya guherîna avhewayê ya Ewropî Copernicus diyar kir ku di Sibata 2022’an de mezinahiya cemedê gihîştiye asta herî nizm a 44 salên ku wan dest bi çavdêriyê kiriye.

Qeşaya ku 2017’an ji qeşayê qetiyabû, di sala 2021’an de 4000 kîlometran ber bi bakur ve bi temamî heliya.

Ev yek bû sedem ku zêdetirî 150 milyar ton ava şirîn a dewlemend a xurdeyê herikî nav deryayê.

Zanyar li ser bandora vê diyardeyê ya li ser ekosîstema nazik nîgeran bûn.

Back to top button