Li Kantona Cizîrê li ser rêya hîzamê ya Qamişlo erebeyek hate armanckirin.
Di encamê de 2 welatî birîndar bûn.
Bûyer doh bişev li ser rêya hîzamê ya bajarê Qamişlo ku devera hilko jê re tê gotin rû da.
Li gor nûçegihanê me ku xwe distpêre agahiyên asayîşê hate diyarkirin ku di erebeyê de mayîn hatiye bicihkirin û teqandin.
Di encamê êrişê de 2 welatî birîndar bûne.