Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) kongreya xwe ya 4’an li bajarê Reqayê li darxist.
Di kongreyê de pêvajoyên 5 salayên yê ku meclis tê re derbas bûn hatin niqaşkirin.
Beşdarên Kongereyê eşkere kirin ku bêyî Rêveberiya Xweser û MSD’ê çareserkirina krîza Sûriyê nepêkane.
Wê kongre bi encamnameyekê bi dawî bibe.
Kongreya 4′emîn a Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) bi dirûşma “Yekitiya Sûriyan bingeha çareseriya siyasî û mîsogeriya Sûriyeke demokratîk a pirreng a ne navendî ye” li bajarê Reqayê tê li darxistin.
Ji nûnerên MSD′ê yên li Sûriyê û derveyî welat 400 delege beşdarî kongreyê bûn.
Pirsgirêkên navnetewî, herêmî û navxweyî mijarên sereke yên nîqaşa kongrê bûn.
Her wiha hate gotin, ji bo çareserkirina aloziya Sûriyeyê û bidawîkirina êş û zehmetiyên Sûriyan diyaloga nîştimanî pêwîst e.
Di kongreyê de hevseroka MSD′ê Emîne Omer axivî û got:
Kongre li gel mercên pir zehmet ên li ser asta cîhanî, navneteweyî û xwecih tê lidarxistin.
Divê em nirxên civaka xwe li ber çavan bigirin.
Endama Rêveberiya Meclisa Jinan a Sûriyê Suhêl Senûh jî axivî.
Sûhêl got, jina Sûriyeyî, di gihandina deng û êşên jinan de roleke girîng lîst.
Tev li tevahî qadên jiyanê bûn.
Divê heman derfetên nûnertiya welat di aştî û sazkirina destûrê de ji jinan re bên peydakirin.”
Berîvan Xalid: MSD’ê her ji bo parastina destkeftiyên şoreşê xebitî
Hevseroka Meclisa Gelan a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê Bêrîvan Xalid qala xebatên MSD’ê yên ji bo çareseriya krîza li Sûriyê kir.
Sîhanok Dîbo: Bûyî Rêveberiya xwe û MSD’ê çareserî ji kirîza Sûriyê nepêkane
Her wiha hevserokê Nivîsgeha Têkiliyên Giştî a Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD’ê Sîhanok Dîbo jî diyar kir ku bêyî Rêveberiya Xweser û MSD’ê tu çareserî ji krîza Sûriyê tune ye.
Sînevîzyonek li ser kar û xebatên MSD`ê di 5 salên dawîn de hatie pêşandan û nerînên beşdaran hat girtin.
Her wiha peyamên pîrozkirinê yên ji aliyê partî, hêz, kesayetên nîştimanî ya sûriyeyî ji hundir û derve ve hatin xwendin.
Tê peyin ku kongre îşev bi dawî bibe.
QSD: Projeya MSD rêya yekane ya bidawîkirina aloziya Sûriyê ye