HPG’ê nasnameyên 3 gerîlayên şehîd eşkere kir

HPG’ê nasnameya 3 gerîlayên ku li Botanê di encama xiyanetê de şehîd bûn eşkere kir û got: “Wê sekna me ya li dijî xayin û xiyanetê ji her demê bêhtir xurt û encamgir be.”

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî 3 gerîlayên ku li Botanê şehîd bûn daxuyaniyek da.

HPG’ê diyar kir şehadeta hevrêyê wan di encama xiyanetekî de rû daye û wiha got:

“26’ê Tîrmeha 2023’an li qada Bilbêsê ya Şirnexê, du kesên bi navê baran û Dilpak ên li nava refên me xiyanet kirin û teslîmî dijmin bûn.

Li gorî agahiyên ku van xayinan dan dijmin, artêşa Tirk a dagirker dest bi operasyonê kir.

27’ê Tîrmehê li Şirnexê cihê komek ji hevrêyên me hate bombekirin.”

HPG’ê ragihand ku di encama vê bombardûmanê de gêrîlayên bi navê Yûsûf Pîrosî, Têkoşer Pêncewîn û Zerdeşt Îsyan şehîd bûn.

HPG’ê diyar kir Hevrê Yûsûf 33 salan bi biryardariyeke li qadên herî zehmet û xetere wezîfe kir û wiha got,

Welatparêzekî mezin bû ku ji dil baweriya xwe bi doza azadiyê ya gelê me dianî.

Wê keda hevrê Yûsûf ji aliyê gerîlayên azadiyê û gelê me ve ti carî neyên jibîrkirin û her tim bibe mînak.”

Hevrêyên me Têkoşer û Zerdeşt jî ku milîtanên fedaî yên Apoyî bûn, di temenê ciwantiyê de berê xwe dan çiyayên Kurdistanê.

Bê du dil tevlî nava refên me bûn û bi hestên fedakariyeke mezin têkoşiyan.

HPG’ê diyar kir wê keda şehîd Têkoşer û Zerdeşt ti carî neyên jibîrkirin û got:

“Em ji malbatên hêja yên şehîdan, ji xelkê xwe yê welatparêz ê li Mexmûrê û ji tevahiya gelê Kurd re sersaxiyê dixwazin.

Agahiyên li ser nasnameya gêrîlayên şehîd bûne wiha ne:

Nasnav: Yûsûf Pîrosî
Nav paşnav: Haci Alî Yîgît
Cihê jidayikbûnê: Şirnex
Dayik: Asiye
Bav: Mûstafa
Dem û cihê şehadetê: 27’ê Tîrmeha 2023 / Botan

Nasnav: Têkoşer Pêncewîn
Nav paşnav: Levent Andîç
Cihê jidayikbûnê: Mêrdîn
Dayik: Ayşe
Bav: Davût
Dem û cihê şehadetê: 27’ê Tîrmeha 2023 / Botan

Nasnav: Zerdeşt Îsyan
Nav paşnav: Îsa Temel
Cihê jidayikbûnê: Edene
Dayik: Behîce
Bav: Mehmet
Dem û cihê şehadetê: 27’ê Tîrmeha 2023 / Botan

Back to top button