Şêniyên Qendîlê nerazîbûn nîşanî êrişên dewleta Tirk dan

Şêniyên Binarê Qendîlê li dijî êrişên dewleta Tirk a li ser deverê û Şaredariya Qendîlê meşek lidarxistin. Welatiyan daxwaz ji hikûmet û aliyên peywendîdar kirin ku li beramberî van êrişan bêdeng nemînin .

Di meşêde de Hevseroka Şaredariya Binarê Qendîlê Serwîn Celal axivî û got:

“Dewleta Tirk bi behaneyên cûda li hemû parçeyên Kurdistanê êrişê ser destkeftên gelê Kurd dike.

Raya giştî û cîhan li beramberî van sucên dewleta Tirk bêdeng dimîne, ji ber vê yekê êrişên xwe zêdetir dike.”

Welatiyê bi navê Maruf Endzeyî jî got:

“Em van êrişan bi tundî şermezar dikin û bang li tevahî aliyên peywendîdar dikin ku bi erkê xwe rabin.

Mihemed Emîn Xidir jî bal kişnd ser bêdengiya Hikûmeta Herêmê ya li beramberî êrişan û got:

“Destê xiyanetê di van êrişan de heye, ji ber wê li beramberî êrişan bêdeng dimînin.

Ev êriş wê me netirsînin û berovajî em ê hîn zêdetir têkoşîna xwe xurt bikin û dijî dagirkeran rabin.”

Back to top button