Şêrko Heme Emîn: Damezirandina PKK’ê ji bo gelê Kurd û Rojhilata Navîn pêwîstiyek bû

Çalakvanê siyasî Şêrko Heme Emîn salvegera damezrandina PKK’ê pîroz kir û got; “Damezrandina PKK’ê pêwîstiyek bû, bi taybet jî li Bakurê Kudistan ku zimanê dayikê jî qedexeye.”

Beriya 45 salan Partiya Karkerên Kurdistan PKK di 27’ê Mijdara 1978’an de hate damezirandin.

Bi boneya salvegera damezirandina PKK’ê çavdêrê siyasî Şêrko Heme Emîn axivî .

Şêrko Heme Emîn di destpêka axaftina xwe de damezirandina PKK’ê pîroz kir û wiha got:

“Partiya karkerên kurdistan PKK’ê karî bandorek mezin di vejîna netewa Kurd de bike.

PKK di asta siyasî, dîplomasî û çekdarî de hertim xwedî amadekariyek mezine.

Komploya dijî Rêber Apo ya li ser asta navnetewî, encama bihêzbûna PKK’ê ye.

Encama wê ye ku PKK mezine û PKK bi dîlgirtina Rêber Apo re lewaz nebûye, hîn zêdetir bi hêz bûye. ”

Salvegera damezrandina PKK’ê li Mexmûrê bi coşeke mezin hate pîrozkirin

Back to top button