Parêzer Guneş: Armanca tecrîdê tunekirina aştî û demokirasiya Kurdan e

Li Amed û Wan welatiyan banga azadiya fîzîkî ya Rêber Apo kirin û gotin:
“Ger tecrîd bê rakirin dê aştî bê û dê gel bi awayekî wekhev bi hev re bijîn.”
Her wiha ji bo azadiya Rêber Apo li 104 girtîgehên Tirkiye û Kurdistanê, girava birçîbûnê hate destpêkirin.

Ji bo agahî ji Rêber Abdullah Ocalan bê girtin û azadiya wî ya fizîkî çalakiyên cûr bi cûr tên li dar xistin.

Siyasetmedar, parêzvanên mafên mirovan, rojnamevan û saziyên sivîl, ji gelek aliyan ve bang ji bo rakirina tecrîdê tê kirin.

Ji rêveberên Şaxa Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) a Wanê Veysî Guneş tecrîda li Îmraliyê nirxand.

Vecî Guneş: Divê planên çalakiyan ji bo azadiya Rêber Apo bên rojevê

Veysî Guneş diyar kir ku dagirkeran bi Komployê hewl dan ku têkiliya kurdan bi heqîqetê re qut bikin û got:

“Armanca vê tecrîdê tunekirina aştî û demokirasiya Kurdan e.”

Guneş da zanîn ku divê parêzer, hunermend, siyasetmedar û rêxistinên girseyî li hemberî tecrîda li ser Rêber Apo hestiyar bin û ev bang kir:

“Divê her kes plansaziya çalakiyê ya ku azadiya fîzîkî ya Birêz Ocalan têxe rojevê diyar bike.”

“Rêbertî ji bo aştiya Kurdan û mafên Rojhilata Navîn têdikoşe”

Welatiyên Amedê jî tecrîda li ser Rêber Apo şermezara kirin.

Welatiyan diyar kir ku divê gelê kurd û hemû sazî bi hev re ji bo rakirina tecrîdê tevbigerin û gotin:

“Ji bo rakirina vê tecrîdê divê hemû kurd di nava çalakiyan de bin û têkoşîna xwe bilind bikin.”

Li 104 girtîgehan çalakiya ‘Ji Abdullah Ocalan Re Azadî”

Hevserokê Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Enqereyê Omer Faruk Yazmaci da zanîn ku dîlgirtiyên Azadiyê li 104 girtîgehan ji wan jî 21 girtîgehên Anatoliya Navîn dest bi greva birçîbûnê kirin e.

Omer Faruk Yazmci berxwedana zîndana slavkir û bang li herkesî kir ku piştgiriyê bide çalakiyên li girtîgehan hatine destpêkirin.

Şêx Rehîm Alsaîdî: Divê serok Abdullah Ocalan azad bibe

Back to top button