Şêx Rehîm Alsaîdî: Divê serok Abdullah Ocalan azad bibe

Serokê eşîra Al Saîldî û Serokê Partiya Kombûna ji bo Demokrasiyê ya Iraqê Şêx Rehîm Alsaîdî piştgiriya pêngava azadiyê kir û got: “Ramanên Serok Abdullah Ocalan çareseriya pirsgirêkên Rojhilata Navîn û pirsgirêka Kurd e.”

Serokê eşîra Al Saîldî û Serokê Partiya Kombûnê Şêx Rehîm Alsaîdî piştgirî da pêngava azadiyê û wiha axivî:

“Pêngava xwedîderketina li heval, serok, ronakbîr û ramangerê mezin Abdulah Ocalan ji bo me cihê kêfxweşiyê ye.

Hêz û kesên li derveyî girtîgehê nizanin bê çi li ser Abdullah Ocalan çi siyaseta şerê taybet tê meşandin.

Ev siyaset û planên têkbirinê dibe ku di encama wê de jiyana wî bixe metirsiyê de.

Bi taybetî hişmendî û mejiyê Serok Abdullah Ocalan ê afrînerî dikin hedef.

Ji lewra ev siyaseta ku dewleta Tirk bi rêve dibe, cihê wê li peymanên mafên mirovan ên gerdûnî tuneye.”

Di dawî de Serokê eşîra Al Saîldî bang hemê hêz û aliyên demokrat kir ku zextê li dewleta Tirk bikin da ku dev ji polîtîkayên xwe yên şovenîst berde.

Back to top button