Li Dêra Zorê QSD′ê bi rûspiyên eşîra Igêdat re civiya

Fermandariya QSD′ê û nûnerên Koalîsyona Navneteweyî bi rûspiyên eşîra Igêdat re li Dêra Zorê civiya.

Li gorî nûçeya di malpera fermî ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk-QSD’ê de hatiye weşandin fermandariya QSD′ê û nûnerên Koalîsyona Navneteweyî bi rûspiyên eşîra Igêdat re li Dêra Zorê civiya.

Di civînê de rewşa Dêrazorê hewldanên derxistina fitneyan di navbera pêkhateyên herêmê de hatin nîqaşkirin.

Di nûçeyê de hate destnîşankirin ku şêx û rûspiyên eşîran diyar kirin ku eşîrên herêmê bi projeya Rêveberiya Xweser ve girêdayî ne û di nava QSD′ê de cih digirin.

Hate gotin ku beşdaran dane zanîn ku kesên li derveyî herêmê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê îdia dikin ku nûnertiya qebîleyan dikin, dixwazin fitneyan di navbera pêkhateyan de derxin.

Li gorî nûçeya QSD′ê, şêx û rûspiyên eşîran diyar kirin ku QSD′ê nûnertiya tevahî pêkhateyên herêmê dikin.

Her wiha ji Koalîsyona Navneteweyî xwestin desteka ji bo QSD′ê zêde bike.

Back to top button