“Êrîşên dagirkeriya dewleta Tirk berdewama qirkirna civaka Êzîdî ye”

Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê (MXŞD),Saziya Civaka Êzîdî yên li Ewropayê bi daxuyaniyên cuda êrîşa dewleta Tirk yên li ser Şengalê şermezar kirin.

Di daxuyaniyan de bal hat kişand ser hewldanên dewleta Tirk ên qirkirina civaka êzîdî û diyar kirin ku ev êrîş, dewama êrîşên qirkirinê yê hevkarê dewleta Tirk, DAÎŞ’ê ne.

Meclisa Xweseriya Demokratîk a Şengalê derbarê êrîşên dagirkeriya dewleta Tirk a li ser Şengalê daxuyaniyek niviskî weşand.

Meclisê diyar kir ku heta pêkanîna armanca Mam Zekî Şengalî ewê li pey xwîna şehîdên xwe bin û têkoşînê bikin.

Meclisa Xweseriya Demokratîk a Şengalê êrîşên dewleta Tirk bi tundî şermezar kir û wiha got:

Em dibêjin ku ti carî dewleta Tirk wê bi van êrîşên xwe nikaribe me tine bike û me radest bigire.

Meclisa Xweseriya demokratîk a Şengalê bang li hikumeta Iraqê kir ku li hemberî êrîşên dagirkeriyê helwesta xwe diyar bike.

SAZIYA CIVAKA ÊZÎDÎ YÊN LI EWROPAYÊ
BANG TEVLÎBÛNA ÇALAKIYÊN ŞERMEZARKIRINA ÊRÎŞÊN DEWLETA TIRK KIR

Bi heman armacê Saziya Civaka Êzîdî yên li Ewropayê bi daxuyaniekê êrişên dewleta Tirk yên li ser Şengalê şermezar kir û ji bo rawestandina êrişên dewleta Tirk a dagirker bang kirin.

Saziyê daxwaz kir ku çeteyên DAÎŞ ê û Erdogan li pêşberî dadgeha navnetewî ji ber suçên şer werin darizandin!

Saziyê bang li civaka Êzîdî kir ku bi rihê tifaqê û yekîtiyê tevlî çalakiyên şermezar kirna êrîşên dagirkeriya dewleta Tirk bibin.

Dîwana Hevserokatiya KCDK-E diyar kir ku ji bo şermezarkirina êrîşa dewleta Tirk a li ser Şengalê wê 18’ê Çileyê dakevin qadan û bang li her kesî kir ku tevlî çalakiyê bibin.

EMDAMA KOMÎTEYA MAFÊN MIROVAN Û PARLAMENTER YUSRA RECEP :
DIVÊ DEWLETA TIRK A DAGIRKER WERE HIŞYAR KIRIN

Her wiha Endama Lijneya Mafên Mirovan û Parlamenter Yusra Recep diyar kir ku têkildarî êrîşên li ser Şengal divê dewleta Tirk were hişyarkirin.

Yusra Recep diyar kir ku wê pêşniyaznameyekê pêşkeşî Serokatiya Parlamentoya Iraqê bikin.

Yusra anî ziman ku divê biryara derxistina hêzên biyanî ji xaka Iraqê hemû hêzan bigire nav xwe.

PARLAMENTERÊ IRAQÊ HERÊM KEMAL AXA :
DIVÊ TIRKIYÊ JI IRAQÊ DERKEVE

Parlameterê Iraqê Herêm Kemal Axa jî bombebarana dewleta Tirk a li ser Şengalê bi binpêkirina serweriya xaka Iraqê û mafê mirova bi navkir û got;

Biryara Parlamentoya Iraqê ya derxistina hêzên biyanî û bitaybet Tirkiye jî digre nava xwe û divê hêzên Tirkiye ji xaka Iraqê derkevin.

Leave a Reply

Back to top button