Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Mûstafa Karasû, Alî Haydar Kaytan bi bîr anî û got,
“Hevalê Fûat ew hevalê me bû ku heqîqeta Rêbertî herî baş fêhm dikir û ji hevrêyên xwe re bi rengê herî baş vedigot.
Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Mûstafa Karasû peyameke bi dîmen ji bîranîna yek ji damezrînerên PKK’ê Alî Haydar Kaytan (Fûat) a li bajarê Koln ê Elmanyayê re şand.
Axaftina Karasû bi vî rengî ye:
Ez zanyarê van çiyayan, derwêşê van çiyayan, hevrêyê 50 salan ê Rêber Apo, yek ji damezrînerên Tevgera Apoyî hevalê Fûat bi minet û hurmet bi bîr tînim.
Em careke din sozê didin ku em ê hesreta wî li Kurdistana Azad bi cih bînin.
Ji despêka avakirina Partiya Karkerên Kurdistan re Mistefa Qarasu qala nasina heval Fuat kir û got
Min wê demê hevalê Fûat nas kir. Hîn destpêkê min dît ku şoreşgerekî mezin e, mirovekî gelekî hêja ye.
Hevalê Fûat bi Rêber Apo re di sala 1973’an de koma Apoyî ava kir û 50 salan bêteredût hevrêtî ji Rêber Apo re kir.
Heval Fûat di nava tevgera me ya azadiyê de, di nava partiya me de, sekin û kesayetiya hevalê Fûat ji bo me hemûyan mînak bû.
Perwerdekarê herî bingehîn ê partiya me bû.
Ji vî alî ve di afirandina hest û fikrê tevgera me ya azadiyê de ji her kesî bêhtir hewl da û bi rola xwe rabû.
Mûstafa Karasû: Heval Fuat perwerdekarê herî bingehîn ê partiya me bû
Ew heval bû ku herî zêde Rêbertî fêhm kir.
Rêber Apo ji bo hevalê fûat got, hevalê herî zêde min fêhm kir, min vegot bû.
Hevalê Fûat ewladê malbatekê ye ku Qirkirina Dersimê dît, bi bandor bû û hate sirgûnkirin.
Ev hêrsa mezin a hevalê Fûat a li hemberî Qirkirina Dersimê, piştî ku Rêber Apo nas kir veguherî welatparêziyeke Kurd a mezin.
Qirkirna Dersimê bi welatparêziyeke mezin veguherand wateyê.
Mûstefa Karasû: Heval Fuat nirx da çand û hunerê
Hevalê Fûat helbestvanek bû. Hevalek bû ku hestên xwe bilind bû.
Bi vê têgihiştinê her tim nirx da çand û hunerê, girîngiya çand û hunerê ji bo tevgera me danî holê.
Ji xwe helbesta ‘Ben Însandim-Ez mirov bûm’ ya hevalê Fûat e, ku piştî şehadeta hevrê Hakî Karer nivîsî bû ku şehîdê me yê destpêkê yê tevgera me bû.
Ji vî alî ve ji bo me hemûyan mînak e, divê em hemû ji xwe re bikin mînak.
Şehadeta wî valahî xistibe nava me jî wê ji niha û pê ve di nava têkoşîna me de bijî, di nava têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd de bijî.
Em careke din soz didin ku têkoşîna wî, hesreta wî teqez bi ser bixînin.



