Li Lunbanê aloziya herî gurtir dibe. Li herêma El-Hemra ya Beyrûtê li nêzî Banka Navendî û Wezareta Hundirîn pevçûnên giran rû dan.
Di çarçoveya “hefteya hêrsê” de li Lubnanê xwepêşandêr disan daketin kolanan.
Xwepêşandêran li Sîda û Beqa û li bakurê welêt hîna rêyên sereke girtî ne.
Hêzên ewlehiyê diyar kir ku li kolana El-Hemra 56xwepêşandêr hatine girtin.
Li dijî hêzên ewlekariyê xwepêşandêran jî bi keviran bertek nîşan dan.
Hêzên Ewlekariyê jî îdia kirin ku 4 jê fermandar 47 endamên wan birîndar bûne.