Artêşa Tirk a dagirker navçeya Digurê ya Şengalê bombebaran kir

Balafirên dewleta Tirk a dagirker gundê Dîgorê ya Şengalê bombebaran kir. Derbarê bomebaranê de Fermandariya YBŞ’ê daxuyaniyek da û diyar kir ku Fermandarê YBŞ’ê Zerdeşt Şengalî û 3 şervanên din şehîd bûne.

Balafirên dewleta Tirk a dagirker îro navçeya Dugirê ya Şengalê bombebaran kirin.

Bomebaran di saet 10:30’an pêk hat.

Di dîmenan de diyar dibe ku zerar li malên sivîlan bûye, her weha wesayitek jî îmha bûye.

Ji bo lêkolînkirina bomebarana dewleta Tirk a dagirker şandeyek ji artêşa Iraqê çû cihê bûyerê.

FERMANDARIYA YBŞ:
FERMANDAR ZERDEŞT ŞENGALÎ Û 3 ŞERVANÊN ME ŞEHÎD BÛN

Derbarê êrîşê de Fermandariya YBŞ daxuyaniyek da û diyar kir ku ti ferqa êrîşên Tirkiyê û çeteyên DAIŞ’ê nîne.

Fermandariya YBŞ’ê bang li Iraqê kir ku li hemberî van êrîşan bi erka xwe rabe û rê nede van êrîşan.

Her weha bang li Koalîsyona Navnetewî jî kir ku ew jî bi berpirsyarên xwe rabe.

Fermandariya YBŞ’ê da zanîn ku di encama vê êrîşê de Fermandar Zerdeşt Şengalî û 3 şervanên wan şehîd bûne.

Fermandariya YBŞ’ê bang li civaka Êzidî kir ku van êrîşan baş û rast bixwînin û xwedî li xeta Fermandar Zerdeşt Şegalî û hevalên wî derkeve.

YBŞ’ê diyar kir ku divê dijmin zanibe ku bi van êrîşan nikare vîna wan têk bibe û soz da ku ewê bi cesaret û biryardariyek xurt tevbigerin û ji bo bîranîna Fermanda Zerdeşt Şengalî û hemû şehîdan xebat bikin.

Leave a Reply

Back to top button