Li Misirê mezintirîn baregeha leşkerî li herêma deryaya sor hat vekirin

Piştî tetbîqata leşkerî ya “Qadir 2020” li Misirê pêk hat, îro serokomarê Misirê Ebdulfetah El-Sîsî mezintirîn baregeha leşkerî li herêma Deryaya Sor vekir.

Li gorî daxuyaniya berdevkê Serokomartiya Mirisê, Besam Ratî îro bi beşdariya serokomar Ebdulfetah El-Sîsî baregeha Leşkerî ya bi navê “Bernîs” bi merasîmekê leşkerî hat vekirkirin.

Serokomartiya Misrê ragihand ku baregeha “Bernîs” dibe mezintirîn baregeha leşkerî ye li herêma Deryaya Sor.

Armanc ji avakirina vê baregehê jî ew e ku tevgera deryayî ya di Deryaya Sor heya ber bi Qenata Siwêsê ve were parastin.

Her wiha di merasîma vekirina baregehê de qonaxa dawî ya tetbîqata leşkerî ya bi navê “Qadir 2020” pêk hat.

https://www.youtube.com/watch?v=mdPSG6RhmAE Qadir 2020

Hêzên Misrê beriya niha jî ango piştî biryara Enqere ya şandina hêzên Tirkiyê ji bo Lîbyayê da ku destekê bide Hikûmeta Wîfaqê operasyoneke bejahî-deryayê di deryaya Spî de pêk anî.

Leave a Reply

Back to top button