Hemwextî agirbesta Tirkiyê, Rejîmê derdora 100 êrîş li Idlibê pêk anîn

Di êrîş û şerên li gundewarê Idlibê de nêzî 9 sivîlan jiyana xwe ji dest da û zêdetirî 20 sivîl birîndar bû.

Rejîma Sûrî derdora 100 êrîşên esmanî li derdora 25 deverên li herêmên bi navê ”Kêmşer” pêk anî.

Ev şerê giran jî, hemwextî agirbesta ku dewleta Tirk a dagirker li herêmên navborî ragihandî rû dan.

Piştî hevdîtinên li Rûsyayê, serokkomarê Tirkiyê Erdogan ji bo girbesta ku li Idlibê ragihandî gef li rejîmê xwar û got:

Eger rejîma Sûrî agirbestê binpê bike, em ê neçar bibin destwerdanê bikin.

Lê ev gefên Erdogan, weke gelek gefên beriya niha, li ber ba firiyan û rejîmê êrîşên xwe gurtir kirin.

ŞERÊ LI IDLIBÊ
9 SIVÎLAN JIYANA XWE JI DEST DA Û BÊHTIRÎ 20’AN JÎ BIRÎNDAR BÛN

Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirov ragihand ku balafirên şer ên rejîma Sûrî herêma Pîşesazî û bazara bajarê Idlibê bombebaran kirin.

Di encamê de 9 sivîlan jiyana xwe ji dest da û herî kêm 20 jî birîndar bûn.

Her wiha rejîmê derdora 42 êrîş li herêmên Meret Numan, Hamdiye, Şêx Idrîs û Til Kirsiyan li rojhilatê Idlibê kir hedef.

Li rex wê jî, 57 êrîşên esmanî li herêmên Kefer Roma, Ebû Cirêf, Şêx Ehmed û bajarên Erîha û Kefer Nubil kir hedef.

Di encamê de 7 sivîl birîndar bûn.

ŞERÊ LI SÛRIYÊ
LI BAJAROKÊ RENKÛS Ê QELEMONÊ 13 LEŞKERÊN REJÎMÊ Û 9 ÇETE HATIN KUŞTIN

Li aliyekî din Çavdêriya da zanîn ku li bajarokê Renkûs li Qelemonê, rejîmê êrîş bire ser hin deverên ku çeteyên dewleta Tirk ên li Idlibê bi eslê xwe ji wan herêman in.

Di encam de şerekî giran rû da û di encamê de 3 leşkerên rejîmê û 9 çete hatin kuştin.

Çavdêriyê diyar kir ku piştî şer, careke din çeteyan êrîşî bendên kontrolê yên rejîmê kir û di encamê de 10 leşkerên rejîmê hatin kuştin.

Leave a Reply

Back to top button